Bi vîdyo.. Operasyona Pêşmerge li dijî 5 çekdarên DAIŞê li Kerkûk

Ew çekdar hatin kuştin.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge û Polîsên Navxweyî pênc çekdarên DAIŞê li navçeyeke piyabanî de li başurê rojhelatê Kerkûkê kuştin.

Peyamnêrê Kurdistan 24ê Huner Ehmed ragehand ku, Hêzên Asayîşê piştî dûvçûneke dirêj li pey wan çekdaran ew çekdar kuştin, da zanîn ku, ew navçe nêzîkî sinorên Hiwêca ye ne ku, ev du salin di bin kontirolkirina çekdarên DAIŞê de ye.

Peyamnêr tekez kir ku, Hêzên Pêşmerge û polîsên ew dever kontirolkiriye û niha rewş aram e.

Duh, hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Kerkûkê kirin, di encam de hejmarek Hêzên Asayîşê û welatiyên sivîl hatin kuştin û Hêzên Asayîşê karîn şikestinê bi êrîşa wan bînin.