Barzanî û Mcgurk Operasyona Mûsilê gotûbêj kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Nûnerê taybet ê Serokê Amerêkayê Barak Obama Bret Mcgurk civiya, Operasyona rizgarkirina Mûsilê babeta herî sereke ya civînê bû.
Îro, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê taybet ê Serokê Amerêka yê Barak Obama Bret Mcgurk, di hevdîtina her du aliyan behsa Operasyona Mûsilê û pêşhatiyên dawî yê deverê kirin.
Ji aliyê xwe ve Nûnerê taybet ê Serokê Amerêka yê Barak Obama Bret Mcgurk tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Hêzên Pêşmerge re nîşan da.
Serdana Nûnerê taybet ê Serokê Amerêka yê Barak Obama Bret Mcgurk bo Kurdistanê di demekê de ye ku, Wezîrê Bergiriyê ya wî welatî jî giheşte Bexdayê.