Bi vîdyo.. Dîmenên êrîşa DAIŞê li Kerkûkê
K24 – Navenda Nûçeyan
Taxa Tishîn ya Kerkûkê yek ji wan taxên ku duh çekdarên DAIŞê êrîşî çend dezgehên wê kiribû.
Peyamnêrê K24ê Huner Ehmed li taxa Tishîn ragihand, hêzên ewlehiyê û Pêşmerge heta niha li wê taxê dûvçûnê dikin û li dû çekdarên DAIŞê digerin, da ku tevahiya wê taxê ji çekdarên DAIŞê pak bikin.
Yek ji karmendên hêzên ewlehiyê ji K24ê re got: “Niha rewşa Kerkûkê bi tevahî di bin kontrolê de ye.”