Kusert Resûl: Kerkûk hêleke sor e

Di peyamekê bo xelkê Kerkûkê, Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kusert Resûl ragihand, di dirêjahiya dîrokê de Kerkûk di xebata Kurdeyetiyê de hêleke sor bû û bi dehan û sedan qurbanî bo parastina wê dane, amade ne jî qurbaniyên din jî bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di beşeke din de, Resûl got, bi qehremaniyeke bê wêne ji aliyê Pêşmer û hêzên ewlehiyê plana  teroristan xistin gorê, terrorist, hêzên tarî û dijminên Kurd jî dilniya dikin, ku rê nadin xewna û ti pestekî ji xaka Kurdistanê bikeve destê wan.

Herwiha îro, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de bo gelê Kurdistanê ragihand, “Her di destpêka êrîşa roja înê min bi hurî duvdaçûna rewşê kiriye û birêz Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Kerkûkê û hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî raspardiye ku, bi lez kontrola rewşê bikin û wan rêzdaran desthilateke tevahî heye, ku rêwşuwênên pêwîst ji bo pêdaçûna bi plana emnî ya bajar û sînorê Parêzgeha Kerkûkê li ber bigrin.”