Peyama Barzanî Amerîka tîne Hewlêrê

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de serkeftina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand, di heman demê de jî ragihand, piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ne di asta soza ku dabû Pêşmerge de, bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê de hatibû: “Serkeftina mezin ya operesyona bakur û bakurê rojhilatê Mûsilê, bi xwîn, dest û zendên Pêşmerge hatin, her çend e piştevaniya asmanî ya hêza Hevpeymaniya Navdewletî, ne di asta soza ku dabû Pêşmerge de, bû.”

Tenê rojekê piştî peyaman Serokê Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk gihêşte Hewlêrê û peyameke taybet gihande Barzanî.

McGurk ragihand, Serokê Amerîka tekezî li ser piştevaniya leşkerî ya artêşa Amerîka ji hêza Pêşmerge re kiriye.

Îro şeşemîn roja operesyona rizgarkirina Mûsilê ye, heta niha hêza Pêşmerge kariye, nêzîkî 20 gund li eniya bakur û bakurê rojhilatê Mûsilê rizgar bike.