Mesrûr Barzanî: DAIŞ di warê leşkerî de bidawî dibe

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, DAIŞ li gelek eniyan têk şikestiye, ewê heye jî amajeyek e ku di warê leşkerî de ji bidawîbûnê ve nêzîk bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, DAIŞ li gelek eniyan têk şikestiye, ewê heye jî amajeyek e ku di warê leşkerî de ji bidawîbûnê ve nêzîk bûye.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Bertt McGurk, tekezî li zêdekirina piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî kir.

Di hevdîtinê de, McGurk pirs û serxweşiya Serokê Amerîka Barak Obama bo kesûkarên şehîdên Pêşmergeyên qehreman yên Kurd kir û hêviya çakbûna zû ji bo birîndaran xwast. Di heman demê de jî Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî serxweşiya artêşa Amerîka û malbata leşkerê Amerîkî kir, ku di operesyonê de canê xwe jidest dabû.

Herwiha piştî nirxandina leşkerî ya eniyên rûbirûbûna teroristê DAIŞê bi giştî û operesyona rizgarkirina Mûsilê kirin, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de kirin.

Barzanî ragihand jî, DAIŞ li gelek eniyan têk şikestiye, ewê heye jî amajeyek e ku di warê leşkerî de ji bidawîbûnê ve nêzîk bûye.

Ji aliyê xwe ve, McGurk tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Amerîka bo hêza Pêşmerge kir û ragihand, piştevaniya wan bo têkşikandina dijminê hovane berdewam dibin.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de, amaje bi hevahengî û guftûgoya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de hate kirin û wek pêngaveke girîng hate binavkirin, bo têkşikandina DAIŞê û çareserkirina pirsgirêkên Iraqê.