McGurk: Piştevaniya asmanî bo Pêşmerge berdewam dibe

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Bertt McGurk ragihand, “Gelê Kurdistanê dilniya dikim ku Amerîka piştevaniyê we ye û piştevaniya asmanî ya Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê bo Pêşmerge berdewam dibe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Bertt McGurk ji K24ê re ragihand jî, Wezîrê Bergîriyê yê Amerêka Aşton Karter serdana Herêma Kuerdistanê dike.

McGurk got: “Pêşmerge wek pehlewanan şerê DAIŞê dike û şerê Mûsilê di demeke nêzîk de bi dawî nabe.”

McGurk amaje kir, pêwîst e her aliyek hevahengiya zêdetir bike, bo rûbirûbûna DAIŞê û metirsiyan. Herwiha got jî: “Hêvîdar im hevahengî di navbera Hewlêr û Washingtonê zêdetir bibe.

Derbarê piştevaniya asmanî bo pêşveçûnên hêza Pêşmerge de, McGurk got: “Piştevaniya asmanî ya Amerîka bo pêveçûnên hêza Pêşmerge berdewam dibe û hêvîdar im hemû cîhan têbigehe rola Pêşmerge.”