Hêzeke mezin ya Heşda Şeibî gihêşt nêzîkî Kerkûkê

Hadî Amêrî bi hêzeke mezin ji Heşda Şeibî gihêşte navçeya Taze ya nêzîkî Kerkûkê, ku serkirdeyê duyem yê wê mîlîşyayê jî digel de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hadî Amêrî bi hêzeke mezin ji Heşda Şeibî gihêşte navçeya Taze ya nêzîkî Kerkûkê, ku serkirdeyê duyem yê wê mîlîşyayê jî digel de ye.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, ku hêzeke mezin ji Heşda Şeibî bi serpereştiya Hadî Amêrî û serkirdeyê duyem yê wê mîlîşyayê Ebû Mehdî Mohendis gihêşte navçeya Taze ya nêzîkî Kerkûkê.

Hatina çekdarên Heşda Şeibî di demekê de ye ku, duh berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî Kerkûkê kiribûn û dest danîbûn ser çend avahiyan.

Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî hêzeke Pêşmerge ji Hewlêrê berve Kerkûkê bi rê ket.

Barzanî di peyamekê de ragihand, rê nadin ku Kerkûk bikeve destê dijminan û bi her nirxekê be pêwîst e Kerkûk parastî be.

Herwiha îro piştî bidawîbûna metirsiyan û kuştina hemû çekdarên êrîşker yên DAIŞê, çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî berê xwe dane navçeyên nêzîk ji Kerkûkê.

Ji aliyê xwe ve, yek ji fermandarên Pêşmerge Westa Resûl ji K24ê re ragihand, Erebên Sune yên Kerkûkê berpirsê her rijandina dilopeke xwîna gelê Kerkûkê ne.

Navçeya Taze tenê 20 k.m dikeve başûrê rojhilatê Kerkûkê.