Carter: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe

Wezîrê Bergiriyê yê Amerikayê Ashton Carter hate Tirkiyê û çend rêze peywendî lidar xistin. Carter di parlementoyê de daxuyaniyek da û got, divê Tirkiye di nava operasyona Mûsilê de cih bigre.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Wezîrê Bergiriyê yê Amerikayê Ashton Carter hate Tirkiyê û çend rêze peywendî lidar xistin. Carter di parlementoyê de daxuyaniyek da û got, divê Tirkiye di nava operasyona Mûsilê de cih bigre.

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Asthon Carter hate Enqera paytexta Tirkiyê û digel rayedarên Hikûmeta Tirkiyê di asta herî bilind de çend rêze hevdîtîn pêk anîn. Di hevdîtinan de qeyrana Beşikayê ya di navbera Tirkiyê û Iraqê de, operasyona Mûsilê û operasyona niha li Sûriyê berdewam dike hate axaftin.

Di hevditinê de Carter got; pêwîst e Tirkiye jî beşdarî operasyona Mûsilê bibe. Carter diyar kir ku, ji bo bergiriyên ewlehiya sînorên Tirkiyê piştgiriyê didin Tirkiyê û dixwazin ku, Tirkiye beşdarî oparsyonên dijî DAIŞê jî bibe.

Piştî hevdîtinan Carter serdana beşên parlementoyê yên ku di 15ê Tîrmehê de bi frokeyên şer hatibûn rûxandin kir û wiha axivî: “Van kesan e ji bo demokrasî û azadiyê şer kiriye û dîmenên vana Amerîka jî di nav de tevahiya cîhanê hate dîtîn. Di vê çarçovê de hemû cîhanê lehengên vê rûdana xofdar dîtiye. Li ser vê esasê hevalbendiya me ya digel Tirkiyê dê her berdewam bike. Dê piştgiriya me ya ji bo demokrasiya Tirkiyê berdewam bike. Ev der deverekî gelekî tesîrker e."

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Fîkrî Işik di parlementoyê de hevaltî bi Asthon Carter re kir û got; wan di hevdîtinê de payama ku lidijî DAIŞê herê zêde welatê Tirkiyê têdikoşe daye Carter.

Piştî hevditina Wezirê Bergiriyê yê Emerikayê Asthon Carter hate îdîakirin ku, di Rojhilata Navîn de dê destê Tirkiyê bihêztir bibe. Herwiha bal kişandin ser vê yekê ku, di hevditinan de taybetî planên nû yên derbarê operasyona li dij DAIŞê de hatine axaftin.