Otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê hat teqandine

Peyamnêrê K24ê li eniyên şer Hişmend Sadiq ragihand, li gor zaniyariya, çekdarên DAIŞê otombîlek li nava gundê Faziliyê yê ser bi navçeya Başîk amade kiribûn, da ku xwe di hêza Pêşmerge de biteqîne, lê berî ku bi rê keve, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ew teqandin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li eniyên şer Hişmend Sadiq ragihand, li gor zaniyariya, çekdarên DAIŞê otombîlek li nava gundê Faziliyê yê ser bi navçeya Başîk amade kiribûn, da ku xwe di hêza Pêşmerge de biteqîne, lê berî ku bi rê keve, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ew teqandin.

Tûra peyamnêrên K24ê li eniyên şer yên operesyona rizgarkirina Mûsilê ragihandin, çekdarên DAIŞê hewl didin bi riya otombîlên bombebarkirî rê li ber pêşketinên Pêşmerge bigirin.

Heta tenê li eniya Nawranê hêza Pêşmerge 5 otombîlên DAIŞê yên bombebarkirî teqandine.

Îro berrbanê, hêza Pêşmerge li 2 kûrahiyên lê nêzîkî Başîkê li bakurê rojhilatê Mûsilê dest bi operesyonekê kirin, heta niha jî hejmarek nevçe rizgar kirine û Pêşmerge jî di pêşveçûnê de ne.