Partiya Aştî ya Demokratîk kongreya xwe lidar dixe

Li jêr dirûşma “ber bi avakirna civakeke hezker û azad li ser bingeha netewa demokratîk, herwiha ji bo avakirina Sûriyayeke federal û piralî” Partiya Aştî ya Demokratîk kongreya xwe ya giştî ya yekemîn îro li bajarê Amûdê lidar xist.

K24 – Amûde

Sikretêrê Partiya Aştî ya Demokratîk Telal Mihemed di daxuyaniyekê de ji bo K24ê re diyar kir ku, wan biryar daye dê ji sîstema fedralîzmê li herêma Rojava û Bakurê Sûriyê beşek bin, ji ber ku li gor gotina wî ew çareya herî gûncav e ji paşeroja Sûriyê re.

Mihemed got: “Ji 3 salan ve partiye me hatiye damezradin û ji destpêkê de jî em di nava xebata û şoreşa Rojava de bûn, ji damezrandina Rêveberiya Xweser û heta damezrandina Encûmena Damizrêner a sîstema Ferderalîzma Rojava û bakurê Sûriyê. Herwiha em felsefeya netewa demokratîk ji xwe re dikin hêleke startîjîk û li ser vê bingehê em karê xwe dikin.”