Pêşmerge 3ê otombîlên bombekirî yên DAIŞê teqandin
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmerge berbanga îro, sê otombîlên bombekirî yên çekdarên DAIŞê li navçeya Betnaya li bakurê Mûsilê teqandin.
Teqandina her sê otombîlên DAIŞê piştî wê yekê tê ku, duh, Hêzên Pêşmerge di roja heftê ya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de qezaya Başîk û çendîn navçeyên derdûrê kontirolkirin, yek ji wan navçeyan jî Betnaya ku, akinciyên wê xirstyan bûn.