Pêşmerge gundê Kevrokê dorpêç kiriye

Hêza Pêşmerge berve gundê Kevrok yê rojhilatê navçeya Batnayê ya ser bi qezaya Tilkêf ve bi û pêş ve diçin û ji her çar aliyan ve ew gund dorpêç kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Pêşmerge berve gundê Kevrok yê rojhilatê navçeya Batnayê ya ser bi qezaya Tilkêf ve bi û pêş ve diçin û ji her çar aliyan ve ew gund dorpêç kirine.

Peyamnêrê K24ê Çekdar Cemal li nêzîkî gundê Kevrokê ragihand, Pêşmergeyên Leşkerê Taybet yê Yek û Golan, ku Mensûr Barzanî fermandarê wê ye, berve gundê Kevrokê bi pêş ve çûne û çekdarên DAIŞê li wê navçeyê dorpêç kirine.

Herwiha got jî, Niha çend çekdarên DAIŞê li nava gund mane, lê ji ber DAIŞê hejmareke mezin ji bombeyan li derdora gund çandine, Pêşmerge bi wiryayî bi pêş ve diçin, da ku ziyanên mezin nebin.

Hêza Pêşnergeyên Kurdistanê li wê eniyê li dijî çekdarên DAIŞê opereyoneke leşkerî bi rê ve dibin, duh jî karîn 5 gundan li rojhilatê bajarê Mûsilê kontrol bikin. herwiha pêçveçûna Pêşmerge jî berdewam e.