Bi wêne.. Pêşmergeyan 3 çekdarên DAIŞê kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro bi sibê li bajarokê Askî ya li bakurê rojavayê Mûsilê, DAIŞê bi 4 xwekujan êrîşî ser çeperên hêza Pêşmerge kirin, lê hêza Pêşmerge 3 çekdar ji wan kuştin.
Çekdarê din jî li nêzîkî xelkê sivîl yê Askiyê xwe teqand, ku di encamê de 3 welatî birîndar bûn.
Ev êrîşa DAIŞê hevdem bû ligel roja heştemîn ya operesyona rizgarkirina Mûsilê. Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî di hefteya yekem ya operesyonê, gelek navçe li bakur, rojhilat û Başûrê Mûsilê rizgar kirine û nêzîkî deriyê Mûsilê bûne.