Kurê şehîdekî: “Bavê min bo Kurdistanê şehîd bûye”

Şehîdê Pêşmerge Raber Zirar di destpêka operesyona rizgarkirina Mûsilê de li eniya Başîk li dijî çekdarên DAIŞê de bû û mizgîniya serkeftina hêza Pêşmerge bo gelê Kurd dabû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şehîdê Pêşmerge Raber Zirar di destpêka operesyona rizgarkirina Mûsilê de li eniya Başîk li dijî çekdarên DAIŞê de bû û mizgîniya serkeftina hêza Pêşmerge bo gelê Kurd dabû.

Kurê şehîd Raber jî dibêje: “Bavê min bo Kurdistanê şehîd bûye.”

Hevjîna Raber got: “Dema ligel K24ê re axivîbû, telefona min kir û got, min li ser ekrana K24ê bibîne.”

Roja 17 Cotmehê operesyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn rûberekî fereh ji navçeyên Kurdistanî ji destê DAIŞê rizgar bikin.