Serokwezîrê Siwêdê digihe Hewlêrê

Bo yekem car Serokwezîrê Siwêdê Stefan Lofven digihe Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo yekem car Serokwezîrê Siwêdê Stefan Lofven digihe Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê.

Tê çaverêkirin ku, Serokwezîrê Siwêdê Stefan Lofven bigihe Hewlêrê û li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê berpirsên pilebilind were pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Siwêdê îro bi serdanekê gihêştibû Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve hatibû pêşwazîkirin, piştre jî di civînekê de pirsa DAIŞê û penaberên Iraqê gotûbêj kirin.

Stefan Lofven bi kesayetiyeke siyasî ya Siwêdê tê naskirin û ser bi Partiya Sosyalîsta wî welatî ye.

Stefan Lofven di 21 Tîrmeha 1957an li Stockholmê Paytexta Siwêdê jidayik bûye û di 27 Çileya 2012an de bû Serokê partiya xwe û di 3 Cotmeha 2014an de posta Serokwezîrê Siwêdê wergirtiye.