DAIŞ pirên Mûsilê bombekirine

Çekdarên DAIŞ xwe li aliyê çepê ji bajarê Mûsilê bicihkirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê pişîtî nêzîkbûna Hêzên Artêşa Iraqê pirên li aliyê çep û rastê bajêr, herwiha rêkên serke yên têne bajarê Mûsilê bombe kirine.

Li gor jêderên navxweyî ji bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞê vekişiyane aliyê rastê bajarê û aliyê çepê û rêyên serke hemû bombekirine, daku, rêgiriyê li pêşiya pêşveçûnên Artêşa Iraqê bigre.

Li gor heman jêderî çekdarên DAIŞê sê hêlên şerkirinê damezrandine û bi dehan otombîl bombekirine kirine, herwiha hejmarek zarok jî bi kemberên bombekirî bo teqînan amadekirine.

Hevpeymnaiya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ya li dijî DAIŞê çaverê dike ku, ji pênc heta şeş hezar çekdarên DAIŞê li Mûsilê hebe.