Bi vîdyo..Otombîleke bombekirî nîzîk Hêzên Pêşmerge diteqe
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê ji ber ku, hêza wan ya berevaniyê nemaye birêya otombîlên bombirêjkirî hawlên xwe dikin ku, rêgiriyê ji pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge re bigrin, lê ew otombîl ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve yan jî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve têne teqandin.
Vîdyo ji aliyê kesk bi navê Mehran Mûsa Gerdî bo K24ê re hatiye şandin, ew vîdyo li fermandariya Helgurd a Hêzên Pêşmerge girtibû.
Di vîdyoyê de çekdarên DAIŞê bi rêya otombîlekê bombirêjkirî dixwazin ber bi pêşveçûnên pêşmerge ve werin û di nav wan de li gundê Tîsxirab ku, dikeve di navbera mihwerê Başîk û çiyayê Zertek biteqînin, lê ew otombîl ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve tê teqandin.