Leşkerên Roj behsa rola xwe di Operasyona Mûsilê de dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku, bi Leşkerên Roj têne naskirin ji K24ê behsa beşdarbûna xwe di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de dikin, herwiha behsa wê yekê dikin ku, eger hat û vegeriyan Rojavayê Kurdistanê ewê bi çekên giran derbasbin daku, berevaniyê ji xaka Rojavayê Kurdistanê re bikin.
Hijmara pêşmergên Rojavayê Kurdistnê yên ku, li Herêma Kurdistanê hatine perwerdekirin nêzîkî 7 Hezar ciwanên keç û kur pêk tê, ji wan yek hezar beşdarî operesyona Mûsilê bûne.