Hevserokên Şaredariya Diyabekirê hatin girtin

Ji aliyê Polîsên dijî terorê hatin girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin.

Şeva borî her du Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin girtin.

Girtina wan li gor Tirkiyê dibêje di çarçoveya lêpirsîneka derbarê Partiya Kakerên Kurdistanê(PKK) de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve biryara binçavkirina Gûltan Kişanak û Firat Anli hatibû standin.

Polîsên dijî terorê Gûltan Kişanakê li Balafirgeha Diyarbekirê, Firat Anliyî jî li mala wî binçavkirin. Polîsan Kişanak û Anliyî birin Rêvebergeha Ewlekariyê ya Diyarbekirê.