Salih Mislim:Operasyona rizgarkirina Reqayê giring e

Tirsa wê yekê heye ku, PYD rûberûyê Tirkiyê bibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mûsilim ragehand ku, rizgarkirina Reqayê giringe lê, tirsa wê yekê heye ku, ew rûbirûbûyê Tirkiyê bibin.

Derbarê operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mûsilim di daxuyaniyekê de ragehand ku, ew dema rizgarkirina Reqayê nizanin, lê rizgarkirina wî bajarî ji DAIŞê giring e.

Misilim da zanîn ku, tirsa wan ji wê yekê heye dema ku, ew çûne nav Reqayê li wir rûberûyê Tirkiyê bibin.

Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl berî niha ragehandibû ku, ew amade ne beşdariyê di opoerasyona Reqayê de bikin bi mercê ku, Tirkiyê tê de ne beşadr be.

Herwiha Tirkiyê herdem radgehîne ku, ewê beşdariyê di Operasyona Reqayê de bikin bi mercê ku, YPG beşdariyê tê de nekin.