Hêzên Pêşmerge li Başîkê emîrekî DAIŞê girtin

Berî were girtin birîndar bûbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge li mihewrê Başîke emîrekî DAIŞê bi navê Ebo Xetab grtin.

Li gor jêderekî leşkerî ji Hêzên Pêşmerge ragehandî ew emîrê DAIŞê li gundê Umer Qapçî hatibû birîndar kirin û piştî wê Hêzên Pêşmerge ew desteser kirin.

Tê zanîn ku, piştî dorpêçkirina Hêzên Pêşmerge li mihwerê Başîke ji gundê Fazilîie û Umer Qapçî karîn derbasî wî gundî bibin.

Ew emîrê DAIŞê ji bi birîndarî li wî gundî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate girtin.