Heseke.. Bombeyek teqiya 3 kes birîndar bûn

Bombeyeke çandî li ser riya gundê Hamdê yê ser bi Hesekê ve teqiya, di encamê de 3 kes yek malbatê birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bombeyeke çandî li ser riya gundê Hamdê yê ser bi Hesekê ve teqiya, di encamê de 3 kes yek malbatê birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragihand, îro danê sibê li ser riya gundê Hamdê – Şedadê li parêzgeha Hesekê, bombeyeke çandî bi otombêlekê ve teqiya, di encamê de 3 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Peyamnêr me diyar kir, mirovek û hevjîn û keça wî ya 2 salî ve ku birîndar bûbûn, bo nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê hatin veguhastin.

Li gor bijîşkan dane zanîn, ku piştî çareserkirina birînên wan, rewşa wan her sê sêyan cigîr bûye.

Piştî gundên başûrê Hesekê ji DAIŞê hatin rizgarkirin, gelek caran paşmayên DAIŞê ji bombe û mayînên çandî bi welatiyên sivîl diteqin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.