"Divê demildest hevserokên Şaredariyê bên berdana"
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê, Partiyên Siyasî û Odeyên Baziryaniyê, li ser rewşa dawîn a diyarbekirê û binçavkirina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyanî dan. Di daxuyaniyên hatin dayîn de banga rewşa asayîkirina herêmê hat kirin.
Li Diyarbekirê yekgirtiyên 15 odeyên bazirganiyê û Partiyên Siyasî, li ser rewşa dawîn a herêma Diyarbekirê daxuyanî dan.
Daxuyanî li ser operasyonên herêmê, girtin û binçavkirinên siyasetmedaran û xitimandina rêyên çareseriyê hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hat xwestin ku demildest hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli werin berdan û rêyên çareseriyê car din werin vekirin.
Parlmentera berê ya Cewlikê Ayla Akat û Sekreterê Giştî ya Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê ligel 25 kesên din ve, ji aliyê polîsan ve di xwepêşandanekê de jî li Diyarbekirê hatin girtin.
Şeva borî her du Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin girtin.