Nêçîrvan Barzanî: Herêm ji qonaxa piştî Mûsilê nîgeran e

Serokê Encûmena Wezêrên Herêma Kurditanê Nêçîrvan Barzanî di civîna îro ya Hikûmeta Kurdistanê de ragihand, Herêma Kurdistanê ji qonaxa piştî Mûsilê nîgeran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Wezêrên Herêma Kurditanê Nêçîrvan Barzanî di civîna îro ya Hikûmeta Kurdistanê de ragihand, Herêma Kurdistanê ji qonaxa piştî Mûsilê nîgeran e.

Serokê Encûmena Wezêrên Herêma Kurditanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê dixwaze rêkeftineke siyasî li ser qonaxa piştî kontrolkirina Mûsilê hebe.

Barzanî ragihand jî, ji ber krîza darayî ya Herêma Kurdistanê, nikare wek pêwîst alîkariyên hawarçûnê pêşkêşî koçberên Mûsilê bike.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, derbarê pirsa pereyên cotkaran de, di civînê de Wezîrê Pîşesazî û Barzirganiyê bi wekalet ragihand, di çend rojên borî de hikûmeta Iraqê 309 milyar Dînar ji pereyên cotkaran şandiye Herêma Kurdistanê.

Li gor Wezîrê Pîşesazî û Barzirganiyê, ku ev pere nîvê destkeftên cotkaran ya her du salan 2014 û 2015an e, ku bandoreke wê ya erênî li ser 100 hezar malbat hebû

Li hember wê yekê, Encûmena Wezîran spasiya vê gava erênî ya Serokwezîr û Wezîrê Bazirganiya Iraqê kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ku nîvê pereyên li cem wan maye, ligel destkeftên sala 2016an kir, ku bo Herêma Kurdistanê bişîne.