Pêşmergeyekî Rojhilat di operesyona Mûsilê de şehîd bû

Encûmena Leşkerî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) nûçeyeka şehîdbûna Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê di şerê Mûsilê de ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) nûçeyeka şehîdbûna Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê di şerê Mûsilê de ragihand.

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Leşkerî ya PDKÎ ragihand, bi destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê re û bi mebesta alîkariya Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, tîmeke Pêşmergeyên PDKÎ ya şareza di pûçkirina mayînan şandiye navçeyên Mûsilê.

Daxuyaniyê amaje kir jî, ku di rojan de bi awayekî berçav beşek ji navçeyên bi mayînan hatiye çandin, pak kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, roja 26 Cotmehê yek ji endamên tîma pûçkirina mayînan bi navê Resûl Mihemed Zade ku berpirsê Fîêrgeha Komisyona Perwerdeyê ya wê partiyê ye, di dema pûçkirina mayînan de mayînek teqiya û şehîd bû.

Mihemed Zade, berê li zanîngeha Selahedîn ya Başûrê Kurdistanê xwendina Beleloryos li beşê Dîrokê de temam kiriye. wek di daxuyaniya PDKÎ de  hatiye jî, ku jidestdana wî Pêşmergeyî, jiyaneke mezin gihêştiye wê partiyê.