Heseke.. Hilbijartinên Xwecihiya ENKSê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hilbijartinên endamên serbixwe yên Xwecihiya Hesekê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi rê ve çû, ev kesên hilbijartî jî dê di Kongreya ENKSê ya Çaremîn de beşdar bibin. Hin partî û rêxistin di van hilbijartinan de beşdar nebûn, ji ber ku û li gorî ku ew dibêjin, Partiya Demokrat Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) lîsteya navan berî hilbijartinan amade kiriye.