Hunermendên Bakur piştevaniya Pêşmerge dikin
K24 – Diyarbekir
Serkeftinên Pêşmergeyan ên di operasyona kontrolkirina Mûsilê de wekî hemû cîhanê li Bakurê Kurdistanê jî ji nêz ve tê şopandin. Hunermendên Bakurê Kurdistanê jî bi coş û kelecan, Pêşmergeyan dişopînin. Hunermend amaje dikin ku Pêşmerge di kontrolkirina Mûsilê de hem roleke gerdûnî û hem jî roleke neteweyî ya dîrokî dilîzin.