Pêgehên DAIŞê li Başîkê tên bombebarankirin

Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî çend pêgehên DAIŞê li nêzîkî Başîkê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî çend pêgehên DAIŞê li nêzîkî Başîkê bombebaran kirin.

Êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî bo piştevaniya hêza Pêşmergeyên li nêzîkî deriyê Başîk bûn.

Hêza Pêşmerge di qonaxa duyemîn ya operesyona rizgarkirina Mûsilê de, karîn bajarokê Başîkê dorpêç bikin.

Operesyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, piraniya navçeyên ku hatibûn diyarkirin jî hatine kontrolkirin.