Tirkiye delîlên xort pêşkêşî Amerîka dike

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje wan ji bo girtina Rêberê Tevgera Xizmetê Fetûllah Gulen delîlên xort pêşkêşî Amerîkayê kirine. Bozdag li Washingtonê derbarê hevdîtina xwe ya digel Wezîra Dadê ya Amerîkayê Loretta Lynch de civîneka çapemeniyê pêk anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dibêje wan ji bo girtina Rêberê Tevgera Xizmetê Fetûllah Gulen delîlên xort pêşkêşî Amerîkayê kirine.

Bozdag li Washingtonê derbarê hevdîtina xwe ya digel Wezîra Dadê ya Amerîkayê Loretta Lynch de civîneka çapemeniyê pêk anî.

Bozdag got wî ji bo girtina Fetullah Gulen delîlên gelek xort pêşkêşî Wazîrê Dadê ya Amerîkayê kiriye. Lêbelê Loretta Lynch jî diyar kiriye ku, ji bo girtina Fetullah Gulen divê pêvajoya dadê bidawî were.

Bozdag got, wan jî qet nebe girtineka demkî daxwaz kirine û ji bo vê yekê jî hejmarek zêde delîlên zelal pêşkêşî Amerîkayê kirine.

Bekir Bozdag 2 roj berê ji bo girtina Fetullah Gulenî bi Wezîra Dadê ya Amerîkayê Loretta Lynchyê re hevdîtin pêk bîne, serdana Amerîkayê kiribû.