Barzanî: Pêşmerge naçe nava bajarê Mûsilê

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Serokê Encûmena Bilind ya Îslamî ya Iraqî Emar Hekîm di konferanseke rojnamegerî de li eniya Xazir ragihand, di warê leşkerî de Başîk hatiye ketiye, lê bo ziyan kêmtir bin naxwazin biçin nava wê bajarokê. Barzanî got, Pêşmerge naçe nava bajarê Mûsilê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Serokê Encûmena Bilind ya Îslamî ya Iraqê Emar Hekîm di konferanseke rojnamegerî de li eniya Xazir ragihand, di warê leşkerî de Başîk ketiye, lê bo ziyan kêmtir bin naxwazin biçin nava wê bajarokê. Barzanî got Jî: “Pêşmerge naçe nava bajarê Mûsilê.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî derbarê rola Pêşmerge di operesyona rizgarkirina Mûsilê de ragihand, rola Pêşmerge di operesyona Mûsilê de diyar e. Pêşmerge naçe nava bajarê Mûsilê. Hêza Dije Terorê ya Iraqê diçe nava Mûsilê.

Barzanî got jî: “Hevahengiyeke baş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye û hêvîdar im berdewam bibe.”

Barzanî ragihand: “Em bo xwe şer dikin û dixwazin metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê kêm bikin. Bi rizgarkirina Mûsilê re metirsiyên Herêma Kurdistanê kêm dibe. Ti şerê me li Sûriyê Jî tune ye.”

Derbarê pêşeroja Mûsilê de, Barzanî amaje kir, hatiye rêkeftin ku komîteyek bilind di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêk were, bo çareserkirina pirsgirêkên ku têne pêşiya wan.

Barazanî ragihand jî, Pêşmerge naçe nava bajarê Mûsilê. Qezaya Başîkê hatiye dorpêçkirin û de ware leşkerî de Başîk ketiye, lê bo ziyan kêmtir bin naxwazin biçin nava wê bajarokê.

Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Bilind ya Îslamî ya Iraqê Emar Hekîm ragihand, ew ti biryarê ji çi welatekî wernagirin. Hevahengiyeke baş di navbera Pêşmege û hêzên Iraqî de heye û hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê jî berdewam dibe.

Derbarê sedemên duristbûna DAIŞê de, Hekîm got, DAIŞ ne ji encama kêmasiyên ewlekariyê derketiye holê, komeke sedemên din hene.

Herwiha Hekîm amaje bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandekê bo Bexdayê de kir û ragihand, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Bexda girîng bû û ev tiştê niha heye ji encamên wê serdan ne, ku hevhaengiyeke baş di navbera hêza Pêşmerg û artêşa Iraqê ji derketiye.