Pêşmerge gundê Faziliye pak dikin

Hêza Pêşmerge derbasî nava gundê Faziliye li eniya Başîkê bûn û niha wî gundî ji mayîn û paşmayên DAIŞê pak dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Pêşmerge derbasî nava gundê Faziliye li eniya Başîkê bûn û niha wî gundî ji mayîn û paşmayên DAIŞê pak dikin.

Peyamnêrê K24ê li eniya Başîkê ragihand, hêza Pêşmerge li navçeyên ku di dawî operesyona rizgarkirina Mûsilê de rizgar kiribûn, ji paşyamên DAIŞê pak dikin.

Tîmên endezyariyê heta niha bi hezaran bombe û teqemeniyên çandî pûç kirine.

Operesyona rizgarkirina Mûsilê rija 17 Cotmehê bi beşdariya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operesyona rizhgarkirina Mûsilê kirin, heta niha piraniya navçeyên li derdora Mûsilê yên di plane de rizgar kirine.