Tirkiyê:Operasyona Mertala Feratê berdewam e
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, Operasyona Cerablûsê di roja xwe ya 66 mîn de berdewam dike.
Di 24 seetên dawiyê de 127 bingehên DAÎŞê 8 bingehên PYDyê hatine xistin. Di encama şer û pevçûnên navbera hêzên opozsiyon û DAÎŞê de jî 8 endamên Arteşa Azad a Sûriyê canê xwe ji dest dane 34 jî birîndarb bûne.
Arteşa Tirkiyê di 24ê Tebaxê de ket Suriyeyê bajarê Cerablûsê û operasyonek leşkerî da destpêkirin.
Duh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan diyar kiribû ku, piştî operasyona Cerablûsê ew ê bikevin Reqqayê jî.