Nêçîrvan Barzanî: Piştî Mûsilê pirsa serxwebûnê ligel Bexda gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê di 3ê Hezîrana 2014ê de li Perlementoya Kurdistanê gotarek pêşkêşkirbû, tê daxaza destnîşankirina rojekê bo refrandomê kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ragihand ku, di heyama sê mehan de Mûsilê ji DAIŞê rizgardibe û Artêşa Iraqê û Hîzîn Pêşmerge dê hemû navçeyan kontirolbikin, da zanîn ku, piştî rizgarkirina Mûsilê emê ligel Bexdayê re dest bi danûstandinên sexwebûnê bikin.
derbarê vê babetê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî di hevdîtinekê xwe de ligel ji rojnameya “Bild” a almanî wiha ragihand ku, li gorî peşbîniyan, herî dereng Mûsil hetanî 3 mehan dê ji destê DAIŞê were rizgarkirin û got, “Piştî rizgarkirinê emê bi Bexdayê re dest bi hevdîtinên sexwebûnê bikin”
Serokwezîr Barzanî behsa hewlên serxwebûna Kurdistanê jî kir û got: "Piştî operasyona Mûsilê hewldanên serxwebûnê dê werin destpêkirin. Piştî rizgarkirina Mûsilê, emê bi mûxatabên xwe yên li Bexdayê re rûnên û dest bi hevdîtinên serxwebûnê bikin. Ev demek  dirêj e em li benda vê ne. Piştî ku rêjîma Iraqê hilweşiya, me digot belkî bibe destpêkeke demokratîk ji bo Iraqê, lê mixabin ev wisa nebû.”

Serokê Herêma Kurdistanê di 3ê Hezîrana 2014ê de li Perlementoya Kurdistanê gotarek pêşkêşkirbû, tê daxaza destnîşankirina rojekê bo refrandomê kirbû.