Operasyona Mûsilê bo du rojan hate rawestandin
K24-Navenda Nûçeyan
Bi armanca helsengandina rewşa leşkerî ya hêzên beşdar di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya
Amerîkayê operasyon bo du rojan rawestand.
Derbarê vê yekê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonêl John Direyan di kongiryeke rojnamevanî de li Bexdayê ragehand ku, dibe ku, operasyon du rojan were rawestandin û da zanîn ku, rawestandina şer jî bi armanca helsengandina rewşa leşkerî ya hêzên beşdar di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de ye.
Li gor daxuyaniya wî birpirsî di pilana Hevpeymaniya Navdewletî de rewstandina operasyonê hebû.
Di 17ê vê mehê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kiribûn.