Li Helebê Opozîsyona Sûriyê taxa El-Esed kontirol kir
K24-Navenda Nûçeyan
Opozîsyona Sûriyê bi armanca vekirina dorpêça li ser bajarê Helebê Taxa El-Esed kontirolkir û niha ber bi Kolîceya El-Esed ve diçe.
Hêzên Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê ragehandin ku, wan dest bi şkandina dorpêçkirina li ser bajarê Helebê kirine, di encam de Taxa El-Esed ku, dikeve rojavayê Helebê kontirol kirin û ber bi Kolîceya El-Esed ve diçin.
Herwiha çekdarên Opozîsyona Sûriyê di heyama çend demijmêran de karîn devera El-Menaşir, Minyan, kargeha Karton û xala El-Sûre ya pişkinînê kontirolbikin.
Di wê operasyonê de Tank û moşekên Girad hatin bikaranîn, ji aliyê xwe ve firokeyên rejîma Sûriyê êrîşî Hêzên opozîsyonê kirin.