Li Stenbolê rêxistinên jin bo berdana Kişanak kom bûn

Di dawiya çalakiyê de di navbera jinên çalakvan û polêsan de pirsgirîk derket.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê, li ser banga HDP'ê, rêxistinên jinan, ji bo serbest berdana hevşaredara Diyarbekirê Gultan Kişanak çalakiyeke li dar xist. Di çalakiyê de hat ragihandin ku 35 hevşaredarên jin yên DBP (Partiya Herêmên Demokratîk) hatine girtin.

Ji bo şermezarkirina desteserkirina hevşaredara Diyarbekirê Gultan Kişanak, ji aliyê HDP ve li qada Galatasaraya Stenbolê, bi beşdariya jinan çalakiyekê hat kirin.

Ligel parlamenterên jin ên HDP, gelek rêxistinên jin jî beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag amaje kir bi desteserkirina hevşaredarên Diyarbekirê êrîş li vîna gel hatiye kirin.

Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag wiha got:"Gultan Kişanak, di komîsyona derbeyê ya li parlamentoyê de wekî jinekê wêrek, li hember derbekaran got hûn derbekar in û piştre hat desteserkirin. Berxwedana Gultan Kişanak vaye li vir e. Em ê her tim bibin dengê jinan."

Hat ragihandin ku heta niha li bakurê Kurdistanê 35 hevşaredarên jin ji kar hatin bidûrxistin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Koçyîgît jî da zanîn ku bi girtina siyasetmedaran destkeftiyên Kurdan tê armanckirin.

Hevberdevka HDK Gulistan Koçyîgît wiha axifî:"Gultan Kişanak, tariya 12'ê Îlonê bi rûmeta xwe ronî kir. Bi desteserkirina Kişanak hewl didin ku helwesta azadixwaz a jinan têk bibin. Em ê wek jin ji bo azadiya xwe têbikoşin."

Di dawiya çalakiyê de di navbera jinên çalakvan û polêsan de rageşî derket, hêzên ewlekariyê bi mertalan mudaxele li çalakvanan kir. Piştre kom belav bû.