Kişanak parêzerê xwe dît

Parêzerên Hevserokên Şaresariya bajarê mezin a Diyarbekirê Gultan kişanak piştî pênç rojan hevdîtînek pêk anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Hevserokên Şaresariya bajarê mezin a Diyarbekirê Gultan kişanak piştî pênç rojan hevdîtînek pêk anîn.

Parêzerê kişanak diyar kir ku, rewşa tendirustî ya kişanak baş e morala wê di cih daye. Herweha parêzerê kişanak ragihand ku, kişanak silavên xwe ji hemû kesî re şandine .

Piştî 5 rojan ji qedexeya hevdîtanan bi Hevseroka Şaredariya mezin a Diyarbekirê Gultan kişanak di zîndanê de îro qedexe rabû û nûçeya yekemîn ji parêzerê kişanak hat ku morala wê baş e.

şeva Sêşema borî 25 Cotmehê, polîsan li firokxaneya Diyarbekrê kişanak binçav kirin. Herwiha Hevşaredarê bajarê mezin Firat Anli jî di mala xwe da di heman demê de hate girtin û Şaredariya Diyarbekirê jî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.