Tirkiyê rêgirî li ber hevseroka HDPê girt biçe derveyî welat
K24-Navenda Nûçeyan
Dadgeheke Tirkî rêgiriyê li pêşiya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag girt ku, derkeve derveyî Tirkiyê.
Li gor rojnameya "Huriyet" a Tirkî ragehandî ku, bi hiceta ku, ew endama rêxistineke terorî yeû piropakindeyê ji rêxistineke terorî re dike dadgeheke Tirkiyê rêgirî li pêşiya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag girt ku, derkeve derveyî Tirkiyê.
Ji aliyê xwe Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) biryara dadgehê redkir û ew biryar bi biryareke siyasî û ne rewayî binav kir.Da zanîn ku, weê bi awayeke fermî li dijî wê biryarê derkevin.
Ev biryar di demekê de tê ku, berî 5 rojan her du hevşaredarên Diyarbekirê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.