Li Îdirê bazara keviran hate damezrandîn

Bazirgan dibêjin sedema firotina sergîn, mirîşk û keviran jî ji nebûna bê kariyê ye.
kurdistan24.net

K24-Îdirê

Li Îdirê ji aliyê şaredariyê ve ji bo kesên xîzan warekî Bazara Keviran hate damezrandîn. Bazirganên vî karî ji bo keviran saet li 3yê şevê radibin û diçin binarê çiyayên Agirî. Bazirgan ji bo firotinê, teht û latên ku bi mezrebê dişkînin li pişta romorkê bar dikin û dikşînin cihê bazarê.   

Li navenda Îdirê li bazara ku li kêleka bazara Rusan hatiyê damezrandin, welatî nanê xwe ji keviran derdixin. Li vê bazarê digel keviran, mirîşk, sergîn û mermer jî tên firotin. Ji ber ku çile germ in, havînan hênik in welatî xaniyên bi kevir ji xwe re çêtir dibînin tu carî wan xaniyên bi qermît tercîh nakin. Di vê bazara keviran de mirîşk bi 5 lîreyên Tirkiyê têne firotin; ji bo çile jî romorkeke sergînan bi 150 lîreyî. Ev bazar digel Îdiriyan, ji aliyê gundên derûdorê wê ve jî ji nêzîk ve tê şopandin.

Bazirgan Kenan Mogal  wiha got:"Em keviran li 2ûyên şevê 3êyên şevê radibin zarokan û mirovan kom dikin û diçin binarê Gilîdagê, keviran kom dikin û tînin. Rakirina wan jî zore, bi kerana wan radikin û tînîn vê derê, li vir jî dema ku naçe, hevalên li vir mehekê an jî du mehan li vir dihêlin, heger yek bixwaze em dibin didinê."

Bazirganên bazarê ji ber nebûna derfetên kar bi gilî û gazinc in. Bazirgan dibêjin; demên borî li Îdirê derfetên kar zêde bûn, lê belê niha hem heqê keda xwêdana xwe dernaxin û hem jî kevirên ku bi şert û mercên zehmet berhev dikin, nayên firotin.

-Welatî Cengîz Alat wiha axifî:"Temelê xaniyê min heye ez ê temelê xaniyê xwe çêkim. Jixwe erdê me jî erdekî zêde mezin nîn e. Ji ber çi ez ji bo 5 an jî 10 lireyên Tirkî peyte ketim? Rewşa min aboriyê ji ya tê gelekî kêmtir e. Li vir derfetên kar sînordarkirîne. Yan na meyî jî wekî hemû kesan, wekî dewlemendan beton an jî tiştên din biavêtibûna temelê xaniyê xwe."

Di heman demê de esnafên bazarê gazincan dikin ku li Îdirê kargeh tune ne û kes li mirovên xîzan jî xwedî dernakeve. Esnafan bang li rayedarên dewletê kirin ku her çi karî dikin jî beramberî heqdestê wan nayîne. Ji ber vê yekê jî dixwazin derfetên kar bên zêde kirin û bazirgan dibêjin sedema firotina sergîn, mirîşk û keviran jî ji nebûna bê kariyê ye.