Li Tirkiyê li ser pergala serokatiyê nakokî derketin

Hêj nehatiye zelalkirin ku dê AK Partî pêşniyara Pergala Serokatiyê çi çax pêşkeşî partiyên siyasî bike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê rojev pêşveçûnên li Iraq û Sûriyê ne. Digel vê yekê di siyasetê de jî çav niha li ser nîqaşên pergala serokatiyê ne. Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî,xebatên Ak Partiyê yên bi navê "Serokatiya bi Usula Tirkî" di nava kulisên parlementoyê de rê li ber liv û tevgeran vekir.

Daxuyaniya AK Partiyê ya derbarê pêşniyara Pergala Serokatiyê û guhertinên qanûna bingehîn de, ji aliyê partiyên siyasî ve tê nîqaşkirin. Piştî komcivîna CHPê ya ji rojnamegeran re girtî, Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel derket pêşberî rojnamegeran.

Ozal ragihand kudi civînê de biryar hatiye dayîn ku dest ji pergala parlementeriyê neyê berdan. Ozgur Ozel agahiya wê yekê da ku dê ew di 12-13ê Mijdarê de derbarê vê mijarê de xebatgehekê saz bikin. Digel vê yekê Ozel îdîakir ku gotinên Bahçelî di nava alîgirên MHPê de bûye cihê nerazîbûnan.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel wiha got:

"Li aliyekî kêşeyên welatiyan ku li holê ne û terora ku di vê rewşê de ye, di heman demê de ku we li du welatên cîran leşkerên xwe bi cih kirine û operasyonên ku lidardikevin, dîsa di vê rewşa ku şer li ber deriye de, eybe û şerme ku hûn rabin biçin ji welatiyan re bibêjin werin em pergalê bigûherînin "qoltix û rayeyê bidin min." Gel di vê yekê nagihê."

Cîgirê Serokê MHPê Emîn Haluk Ayhan, ji bo ku bersivê bide rexneyên li wan tên kirin li parlementoyê daxuyaniya çapemeniyê ragihand. Ayhan got; gotinên serokê wan yê giştî tên berovajîkirin û piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê li dijî partiya wan bi zanebûn kampanyayên reşkirinê hatine destpêkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Emîn Haluk Ayhan wiha axifî:

"Kesên ku li dijî MHPê operasyonên îdraqê dane destpêkirin, kesên ku bi israr gotinên me fam nakin û hesudiyê dikin û kesên li gorî daxwaz û hesabên xwe yên siyasî rewşê manîpûle dikin, ew kesin ku mêjiyê gel tevlîhev dikin."

Hêj nehatiye zelalkirin ku dê AK Partî pêşniyara Pergala Serokatiyê çi çax pêşkeşî partiyên siyasî bike. Lê belê tê çaverêkirin ku vesazkirina vê pêşniyarê dê di daviya meha berfanbarêde ango destpêka meha rêbendana 2017an de biçe pêşberî parlementoyê.