Fermandariya Giştî hûrgiliyên operesyona Pêşmerge belav dike

Derbarê serkeftina Pêşmerge, Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rizgarkirina 6 gundan û jinavbirina 50 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê serkeftina Pêşmerge, Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, rizgarkirina 6 gundan û jinavbirina 50 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê ragihand.

Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, îro di demjimêr 13:30an de hêza Pêşmerge 6 gund li bakurê rojhilatê Mûsilê kontrol kirin, ew jî Faziliye, Kêvrok, Xerab Bêt û Kanî Şîrîn, Xazir û Qebir Îshaq û tevî Dêra Mar Orawa li nêzîkî bajarokê Betnayayê.

Roja 17 Cotmehê hêza Pêşmerge li bakurê rojhilatê Mûsilê rûbera 500 k.m çargoşe kontrol kir, ku 28 gundan li xwe digire. Ev jî wek beşek ji operesyona jinavbirina DAIŞê li Parêzgeha Neynewa ye.

Tevî vê yekê, hêzên Pêşmerge karîn beşeke mezin ji hêla pêwendiyên teroristên DAIŞê bo nava Mûsilê kontrol bikin, ku riyên sereke li Başîk, Betnaya, Filfêl û Naweranê bûn, bi mebesta dorpêçkirina dawî pêgehên mezin yên DAIŞê û kêmkirina şandina piştevaniyê bo hêzên xwe.

Di du hefteya borî hêza de Pêşmerge bi piştevaniya firokeyên Hevpeyamniya Navdewletî gurzeke cergbir li terorstên DAIŞê dan û karîn bi dehan teroristên DAIŞê bikujin û herî kêm 50 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê jinav bibin. Bo alîkariya hêzên rizgarker, firokeyên hevpeymaniyê heta niha nêzîkî 550 êrîşên asmanî encam dane.

Heta îro herî kêm 800 bombeyên çandî yên DAIŞê li eniyên şer û riyên sereke pûç kirine, tîmên pûçkirina mîn berdewam in di pakirina navçeyîn bi mîn çandî. Di warê mirovî de jî ji destpêka operesyonê de nêzîkî 7 hezar kesên sivîl berve Herêma Kurdistanê koçber bûne.