De Mistura rexne li Opozîsyona Rûsiyê kirin

Di 28ê vê mehê bi armanca vekirina dorpêça li ser bajarê Helebê çekdarên Opozîsyona Helebê dest bi "şerê dastana Heleb ê mezin" kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura rexneyên tûnd li Opozîsyona Sûriyê kir, piştî topbarankirina wan ji navçeyên bin kontirolkirina rejîma Sûriyê li rojavayê Helebê ku, di encam de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin.

Di çarçoveya şikandina dorpêça li ser bajarê Helebê çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşeke mezin kir li rojavayê bajarê Helebê kir, ew navçeyên di bin kontirola rejîma Esed de dan ber topan, di encam de gelek sivîl hatin kuştin.

Ew êrîş bo cihê nerazîbûna Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura û di kongreyeke rojnamevanî de rexneyên tûnd li opozîsyonê kir û ragehand ku, êrîşên moşekên giran û hawanan di 48 demijmêrên borî de bûye sedema kuştina gelek sivîlan di nav wan de zarok hene, amaje kir ku, ew êrîş giheştine asta tawanên şer.

Ji aliyê xwe ve rejîma Esed ragehand ku, çekdarên opozîsyonê di wê êrîşê de çekên kîmyawî bikaranîne.

Di 28ê vê mehê bi armanca vekirina dorpêça li ser bajarê Helebê çekdarên Opozîsyona Helebê dest bi "şerê dastana Heleb ê mezin" kirin û navçeyên di bin kontirola rejîma Sûriyê dan ber top û moşekanên giran.