Michel Aoun bû Serokê Libnanê

Piştî du sal û nîvan ji valabûna posta serokatiya Libnanê, îro Îmad Michel Aoun wê postê werdigire û wek Serokê Libnanê tê hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî du sal û nîvan ji valabûna posta serokatiya Libnanê, îro Îmad Michel Aoun wê postê werdigire û wek Serokê Libnanê tê hilbijartin.

Piştî sê porseyên hilbijartinê di Parlementoyê de, Serokê Şepêla Niştimanî ya Libnanê û siyasetmedarê bi navûdeng Michel Aoun wek Serokê Libnanê yê 13emîn hate hilbijarin.

Di 127 parlementerên di rûniştina parlementoyê de beşdar bûne, Michel Aoun 83 deng bidest xistin.

Michel Aoun sala 1932an jidayik bûye, leşkerek û siyasetmedarekî bi navûdeng yê Libnanê ye û di navbera salên 1984 – 1989an Serokê Artêşa Libnanê bû.