Mela Bextiyar: Em hevpeymanê Stratîjî yê Şîe ne

Şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) serdana Îranê dike û di wê çarçoveya hevdîtinekê de ligel Berpirsê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Rezaî de, berpirsên YNKê ragihandin: “Em hevpeymanê stratîjî yê Şîeyên Bexdayê ne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) serdana Îranê dike û di wê çarçoveya hevdîtinekê de ligel Berpirsê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Rezaî de, berpirsên YNKê ragihandin: “Em hevpeymanê stratîjî yê Şîeyên Bexdayê ne.”

Ajansa “Mîhran” ya Îranê belav kir, Rezaî xelkê Kurdistanê bi “Stem lê hatiye kirin” binav kir û got: “Xelkê Kurdistanê bi rastî xelkekî hejar e û stem lê hatiye kirin.” Rezaî diyar kir jî, çavê wan li pêngavên YNKê ne û erkê parastina YNKê li ser milê baskên wê ne.

Rezaî ji şanda YNKê re gotiye ku, Erebistana Siûdiye hewl dide ku destêwerdanê di Herêma Kurdistanê û Iraqê bike û bi piştevaniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê dixwaze ewlehiya Îranê têk bibe. Lê hêzên wan li Şino û Merîwanê li beramberî vê yekê radiwestin.

Li gor zanyariyên wê ajansê, di civînê de Berpirsê Desteya Kargîrî ya Pîlotbîroya YNKê Mela Bextiyar ragihand û got. “Di baweriya me de DAIŞ hîç ne kêmtirî Partiya Beis e. Bo me ti rêyên din tune ne, divê bi hevkariya Îranê, DAIŞê jinav bibin.”

Herwiha Mela Bextiyar gotiye: “Mam Celal pêwendiya di navbera Kurd û Îranê de bi stratîjî û girîng dizane, em jî dixwazin ku ev pêwendî piştî DAIŞê jî dirêj bibe, bi taybet ku pêwendiyên me bi Şîeyên Bexdayê re stratîjî ye, ne tektîkî ye.”

Derbarê destpêkirina şerê çekdarî ji aliyê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê de, Mela Bextiyar ji Muhsin Rezaî re gotiye: “Em ji derketina şer li sînorê Îranê nîgeran in. Em hewl didin jî vê babet bi aştî çareser bikin. Di egera guhartinên jiopolîtîkî li navçê de, berjewendî û ewlehiya Îranê li ber çav digirin. Ji sala 1970an de pêwendiyên baş di navbera me de hene û piştevaniya hev dikin û em ewlehiya Îranê di her rewşekê de li ber çav digirin.”