Li Holê rêxistina Roj dest bi rakirina mayînan kir
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxistina Roj ya rakirina mayînan li derdora bajarokê holê dest bi karê xwe dike.da zanîn ku, bi hezaran mayîn ji paşmayên daişê hene, û ev yek jiyana xelkên deverê dixe metirsiyê.
Li navçeya Holê ser bi bajarê Hesekê ve rêxistina Roj dest bi rakirina mayîn û teqemeniyan kirin, rêxistinê da zanîn ku, heta niha 5 hezar mayîn pûçkirine.
Herwiha karmendên wê rêxistinê tekez dikin ku, pêwîstiya wan bi alavên pêşketî ya rakirina mayîna heye, ji ber ku, bi hezaran mayîn hê li deverê hene.