Cumhuriyet:Operasyona li himberî me derbeyek li dijî çapemeniya azad e
K24-Navenda Nûçeyan
Rojnameya Cumhuriyetê ku, duh bi operasyoneka mezin re rû bi rû mabû îro bi manşeta ``Em radestê we nabin`` belav bû.
Cumhuriyet di manşeta xwe de dibêje rojnameya wan ku, hevtemenê komara Tirkiyê ye tê xwestin bi zext û binçavkirinan were bêdeng kirin.
Cumhuriyet herwiha dide zanîn ku, operasyona li hemberî wan derbeyek li dijî çapemeniya azad e.
Duh, polîsan bi ser rojnameya Cumhuriyetê de girtin û Rêvebirê Giştî ya Weşanê Murat Sabuncu digel 15 nivîskar û rêveberên wê rojnameyê bi hinceta piştgiriya hewla derbeya leşkerî û Tevgera Fetullah Gûlen dikin binçav kirin.