Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê pîrozbahiya K24ê dike

Bi dirûşma "Me bibîne û Xwe bibîne" K24ê dest bi weşana xwe kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi helkefta salvegera destpêkirina weşana K24ê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarov pîrozbahiyên xwe arasteyî dezgehê dike û dibêje ku, ew dezgeh bi pisporî û zûtirîn dem buyaran vedguhêze.

Duh, yek sal bi ser weşana zindî ya kanala K24ê re derbas bû derbarê vê yekê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarov di daxuyaniyekê de ji K24ê re pîrozbahiyên xwe yên gerim rêkirin û da zanîn ku, kenala K24ê bi pisoprî û şarezarî buyeran veguhêze.

Kenala Kurdistan24 di destpêka meha Tişrîna duyem de sala 2015ê dest bi weşana xwe ya zindî kir, ew weşan hevdem ligel Operasyona rizgarkirina Şingalê bû.

Berî niha Rêvberê Giştî yê dezgehê Nûrdîn Weysî ragehan bû ku, damezrandina K24ê hevdem li gel şerê Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê bû, herwiha kirîza darayî.

Weysî da zanîn ku, K24 pojeyeke ragehandinê ye, bi hevkariya Tilvizyona Frans24 kar li ser hatiye kirin û hatiye damezrandin.

Bi dirûşma "Me bibîne û Xwe bibîne" K24ê dest bi weşana xwe kirbû.