Rojnamya Izvestia:Amerîka wê Reqayê bide Kurdan

Berî niha Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ragehandibû ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) Hêza sereke ne di Operasyona rizgarkirina Reqayê de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Rojnameya Izvestia ya Rûsî di gotarekê de ragehand ku, beşdariya Kurdan di Operasyona Reqayê de gavekî giringe ber bi Fedraliya Sûriyê ve ye.

Di hejmara xwe ya duh de, rojnameya Izvestia ya Rûsî dide zanîn ku, Amerîka Kurdan tenha hêz dibîne di rizgarkirina bajarê Reqayê de, lê beşdarbûna Kurdan nayê wê wateya ku, Amerîka piştgiriya Fedraliya Sûriyê dike.

Herwiha di rojnameyê de jî wiha hatiye gotin:"Em nikarin bibêjin ku, pilana Amerîka di rizgarkirina Reqayê de aramiya wî welatî ye, lewma ne dûre ku, Amerîka bi beşdarbûna Kurdan di rizgarkirina Reqayê ji çekdarên DAIŞê dixwaze piştgiriya xwe ji fedraliya Sûriyê re nîşan bide.Herwiha navçeyek xweserî bo Kurdan jî."

Berî niha Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ragehandibû ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) Hêza sereke ne di Operasyona rizgarkirina Reqayê de ye.

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Aşton Karter ragehandibû ku, Operasyona Reqayê çend heftiyê bê de destpêdike.

Tirkiyê ji aliyê xwe ve dibîne ku, ew di wê operasyonê de beşdar nabe eger HSD ku, Tirkiyê wê weke rêxistineke terorî dibîne beşdar bibe.

Herwiha Hevserokê PYDê Salih Mûsilim û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civkak Dekoratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragehandibûn ku, ew amade ne beşdariyê di operasyona Reqayê de bikin û aşkerekirbûn ku, rizgarkirina Reqayê ji ewlewiyeta Kurdan e.

Li gor çavdêran Amerîka dixwaze rola xwe di Sûriyê bihêztirbike, ew yeke jî bi rêya hevpeymanên xwe HSD ye, Kurd jî dixwazin piştî bajarê Reqayê rizgarbikin wê bikin beşek ji fedraliya xwe.