Demîrtaş: Kişanak û Anli nehatine girtin hatine revandin
K24-Navenda nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş dibêje ku, Gûltan Kişanak û Firat Anli nehatine girtin, hatine revandin.
Demîrtaş îro, li parlementoyê di kombûna heftane ya partiya xwe de axifî û balê kişand li ser girtina Hevaşaredarên Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli.
Demîrtaş got ku, çeteyekî di nav AK-Partiyê de Kişanak û Anli rehîn girtine. Ger Hevşaredarên Diyarbekirê bi dadperwerane hatibûyana mehkemekirin nedihatin girtin.
Demîrtaş herwiha banga yekitî û hevkariyê li rêxistinên ku, dijberê AK-Partiyê ne jî kir û got ku,kesên ku, dilxwazên biratî û wekheviyê ne divê bibin yek. Ger ew bibin yek ti astengî nîne ku, ew ji sedî 60 deng wernegrin.